MSD: Avakirina saziyekê bo kesên windayî erênî ye

Berî çend rojan Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ê ji bo rewşa kesên windayî li Sûriyê komîteyeke serbixwe ava bike.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê jî got ku ew vê gavê erênî dibînin û ji bo destekdayînê jî amade ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî biryara Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya avakirina saziyeke serbixwe ji bo naskirina çarenûsa kesên windayî yên li Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD’e ev biryar weke encama hewildanên mezin ên saziyên hiqûqî û mirovî pîroz kir û got:

“Tevî ku ev biryar dereng hat dayîn, lê em wekî gaveke durist dibînin, da çarenûsa bi sed hezaran ji gelê Sûriyê were eşkerekirin.”

MSD: Em amade ne destekê bidin hewildanên çareserkirina aloziya Sûriyê

MSD’e diyar kir ku hinek dewlet aloziya Sûriyê birêve dibin û kûrtir dikin û wiha dewam kir:

“Em amade ne tevahî cûreyên destek û piştevaniyê bidin hemû hewldan û însiyatîfên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriye û sivikkirina êşa sûriyan.

MSD: Darizandina DAIŞ dê gelek rastiyan derxîne holê

Beriya niha Rêveberiya Xweser beyannameya çareseriyê ragihand û biryara darizandina endamên rêxistina DAIŞ’ê da.

Biryara darizandinê jî têrê dike ku, di nav de aqûbeta windayan, gelek rastiyan derxîne holê.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’e teqez kir ku eger pirsgirêka DAIŞ’ê di hemû aliyan de neyê çareserkirin û vegera bi rûmet a koçberan li warên xwe yên resen pêk neyê, dê çarenûsa wendayan neyê eşkerekirin.

MSD’e dawiyê jî teqez kir, ku bêyî beşdarkirin tevahî sûriyan û bêyî pêkanîna biryarên NY, çareserkirina aloziya Sûriyê ne-pêkan e.

Back to top button