Mamoste Şemal berî ku were şehîd xistin, pirtûka bi navê ‘Qeyserî Kifrî’ ku ji 115 rûpelan pêk tê amade kiribû.
Li ser gora Mamosta Şemal a li goristana Baweşaswar a li Kifrî, bi amadebûna malbat û hevrên wî pirtûka wî ya bi navê Qeyserî Kifrî ku ji aliyê wî û Heme Soran Xazî ve hatibû nivîsandin, hat belavkirin.
Di merasîma belavkirina pirtûkê de hevrêyê Mamosta Şemal, Heme Soran Xazî li ser nivîsîna pirtûkê axivî û got:
“Ev pirtûk bi hewildan û têkoşîna Mamosta Şemal hatiye nivîsîn.
Dîrokê ji mirovên bi temen û belgehên dîrokî yên Osmaniyan derxist û di pirtûkê de bi cih kir.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê.”
Pirtûk pêşkêşî xwîna şehîdên wek Mamosta Şemal û hemû kesên li gel ked dane hate kirin.