Li herêma Şehba û Efrînê, dagirkeriya Tirkiyê êrişên hovane pêk tîne.
Di meha mijarê de, bi sedên caran bi top moşek û balafiran êrişî xelkê wan deveran kiriye.
Her wekî, leşkerên Hikûmeta Şamê jî dibin armanca êrişan û 4 ji wan birîndar bûne.
Ev yek di wextekê de tê ku Hikûmeta Şamê bi xwe dorpêçeke giran daniye ser Şehbayê û rê nade pêdiviyên jiyanê derbas bibin.
Wekî mehên din, dagirkeriya Tirkiyê meha mijdarê jî bi dijwarî û çekên giran êrîşî herêmên Şehba û Efrînê kiriye û ziyaneke mezin li jiyana xelkê wan deveran bûye.
Li gor Hêzên Parastinê yên herêma navborî, dagirkeriya Tirkiyê û komên çete,656 caran bi obus, hawan, moşekan û 7 caran bi balafirên bi çek û dronan ev êriş pêk anîne.
Her wekî tê de bêtirî 30 gundên Şehba û Efrînê hatine armanckirin.
Li tenişa deverên sivîlan, rêbend û nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê bi rengekî dijwar bûne armanca çekên dagirkeriya Tirkiyê.
Lewra, di meha mijarê de, 4 leşkerên Şamê birîndar bûne.
Ev êrişên dijwar li herêmekê ku nêzî 200 hezar koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê, li kamp, gund û navçeyan dimînin, pêk tên.
Di wextekê de ku Hikûmeta Şamê ya leşkerên tên kuştin û birîndarkirin bi dorpêçkirina herêmê, tev li vê plana dagirkeriya Tirkiyê dibe.
Di rewşa heyî de, Şam dorpêç dike û Enqera jî bi awayekî hovane êriş dike.
Vê gavê, herêma li Şehba ku bûye wargeha koçberan, bobelateke mirovî mezin rû dide, bêyî ku tu alî yan rêxistinek sînorekî ji êriş û dorpêçê re deyne.