HPG’ê encama şer a meha Mijdarê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya-HPG’ê encama şer a meha Mijdarê eşkere kir.
Navendê diyar kir ku dagirkeriya tirkiyê li dijî gerîla 257 caran çekên kîmyewî û qedexekirî bikaranî.
Gerîla jî li dijî leşkerên dagirker 193 çalakî pêkaniye û di van çalakiyan de 124 dagirker hatine kuştin û 4 gerîla jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şer a meha Mijdarê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser rihê Fedaî yên Gerîla û got:

Gerîla şerê gelê şoreşgerî mezin kir

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî hemû êrîşên dijmin jî xwe û çeperên xwe parast, bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedaî yê Apoyî destanên berxwedanê nivîsand.

Dewleta dagirker tevî hevkariya PDK û bikaranîna ewqas teknîka şer a serdemê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên me encam negirt.

Gerîla bi şêwazê profesyonel derbên giran li dijmin xist.

Bi taybetî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li Metînayê di şeva salvegera damezrandina partiya me de pêk hat bersivek ku çalakiyeke di cih de û bi wate bû.”

Li dijî Gerîla 257 caran çekên Kîmyewî û qedexekirî hate bikaranîn

Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser encamê şer ê meha Mijdarê ev agahî da:

Dagirkeriya Tirkiyê 140 carî êrişên bibalafir, 124 carî bi çekên kîmyewî û 133 caran teqemeniyên Qedexekirî û 103 caran bi dronên bombebarkirî êrişê gêrîla kir.

Di 193 çalakiyên Gerîla de 124 dagirker hatin kuştin

Navendê diyar kir ku gerîla li dijî van êrişan bê bersiv nemaye û di vê mehê de li dijî leşkerên dagirker 193 çalakî pêkaniye

Di encama van çalakiyan de 124 leşkerên dagirker hatine kuştin yek jî birîndar bûye.

Navendê diyar kir ku hêzên wan 20 çeper, 7 dron, Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo,Wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder û 23 konên dagirkeran ji holê rakrine.

Back to top button