Pêdiviyên Rêveberiya Çandiniyê ya Minbicê ji cotkaran re pêşkêş dike

Rêveberiya Çandiniyê ya bajarê Minbicê, ji bo werza çandiniyê,pêwîstiyan ji cotkaran re pêşkêş dike.

Rêveberiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya bajrê Minbicê, di çarçoveya pêşxistina werza çandiniyê de xebatên sala nû didomîne.

Rêveberiya çandiniyê cureyên semadê yên wekî yorya 46, super fosfat û mazotê ji cotkaran re pêşkêş dike.

Yek ji Endamên Rêveberiya Çandiniyê Xalid Oso destnîşan kir ku armanca serke, em destekê bidin cotkaran û bi wan re bibin alîkar, bi taybet çandina keskayî û meyweyên havîn û zivistanê jî.

Xalid Oso balkişand li ser bilindbûn û daketina buhaya Dolar li hember Lîreya Sûrî û diyar kir ev yek ji bo me û cotkaran bûye pirsgirêk.

Rêveberiya Çandiniyê ya Minbicê sala 2019’an gelek ruxsetên genim, çandina keskayî û daran dabûn cotkaran û pêwîstiyên çandiniyê jî ji war re pêşkêş kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button