Endamê buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Cizîrê Ehemd Esed ji bo çareseriya aloziya sûriyê banga diyaloga Sûrî- Sûrî kir.
Ehmed Esed destnîşan kir ku hêzên navdewletî û herêmî yên ku îdîayên çareseriya aloziya Sûriyê dikin, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin
Esed diyar kir ku destwerdan derve bû sedem ku gelên herêmê werin kuştin, herêm bê talankirin û gel koçber bibe.
Esed teqez dewleta tirk weke sedema sereke ya aloziya sûriyê bi nav kir.
Endamê buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî nîşan da.