YPJ’ê fermandariya YBŞ’ê Zeredeşt Şengalî bibîranî

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ji bo êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê ku di encamê de Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û 3’ê hevalên din şehîd bûn daxuyaniyek nivîskî da.
YPJ’ê diyar kir ku
bibîr anî û êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: Wê têkoşîna pêşengê Zerdeş Şengalî berdewam bike.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û hevrêyên din ên di êrîşa dewleta tirk a dagirker de 15’ê Çileya 2020’an şehîd bûne bibîr anî û sersaxî ji malbat, gelê kurd û civaka Êzdî re xwest.

Fermandariya giştî ya YPJ’ê
Ev êrîş nîşaneya hevkariya DAIŞ’ê ye

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrîşên xwe îsbat dike ku ti cudahiyê naxe navbera partî, ol û baweriyan.

YPJ’ê destnîşan kir ku dewelta tirk li cihê ku gelê Kurd xwe bi rêxistin dike, têkoşînê dimeşîne, ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne, ji ber vê yekê êrîşên bi vê rengî pêk tîne.

YPJê ragihand ku dewleta Tirk, bi van êrîşên xwe careke din hevkariya xwe ya bi DAÎŞ’ê re eşkere dike.

Fermandariya giştî ya YPJ’ê
Têkoşîna me wê berdewam bike

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bang li hemû saziyên mafê mirovan û dewleta Iraqê bi taybet kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser civaka Êzdî xwedî helwest bin û soza şopandina tekoşîna şehîd Zerdeşt Şengalî û hevalên wî dan.

Leave a Reply

Back to top button