Leyla Guven: Tenê astengî nebûna yekîtiya netewî ye

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku divê hemû partiyên kurdî şaşî û kêmaniyên berê bidin aliyekî û bi rihê Yekîtiya Neteweya destkeftiyên gelê xwe biparêzin.
Guven ji bo avakirina yekîtiya netewî birêz Mesud Barzanî weke berpirsiyar bi nav kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven derbarê Yekîtiya Kurdî de ji Ajansa Mezopotamiyê re axivî.

Leyla Guven, di dest pê ka axaftina xwe de ji bo xebatên Yekîtiya Kurdî rexnedayîna xwe da û diyar kir ku heta Yekîtî ava nebe, çareserî jî pêş nakeve.

Guven diyar kir ku nerîna KCD’ê ya li hemberî Yekîtiya Kurdî stratejîk e.

Leyla Guven: Çareserî perojeya Netewa Demokratîk e

Leyla Guven destnîşan kir ku sala 2013’an de gavên girîng ji bo yekîtiya netewî hatin avêtin, lê bi destwerdana dewletê ev xebat hat rawestandin.

Guven diyar kir ku eger wê demê kurdan yekîtiya xwe ava bikire wê bûyerên Şengal, Kerkuk, Efrîn; Serê Kanuyê û Girê Spî pêk nehatana.

Hevseroka KCD’ê Guven, projeya Neteweya Demokratîk weke çareseriya piesgirêkan bi nav kir.

Leyla Guven: Divê Berezanî bêje ‘ êdî dema yekîtiyê ye’

Guven, anî ziman ku kesên dikarin di avakirina yekîtiya kurdan de rol bilîzin, yek birêz Ocalan e û yê din jî Mesud Barzanî ye,

Leyal Guven ragihand ku berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê Birêz Mesud Barzanî, Ji ber ku Birêz Ocalan di bin şertê tecrida giran de ye.

Leyla Guven: Em ê 2020’an bikin sala yekîtiya netewî

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku ew êdî qebûl nakin ku kes dervayî kurdan pêşeroja wan diyar bike û wiha nirxandiana xwe bi dawî kir:

Ger ku em yekîtiya xwe ava nekin, em ê weke siyasetmedara me Hevrîn Xelef bibin hedefa êrîşên serdestan.

Divê em hemû hêza xwe bikin yek û li dijî dijmin xwedî yek helwest bin.

Leave a Reply

Back to top button