Şîraz Hemo: Em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku berxwedaniya şêniyên Efrînê bi projeya neteweya demokratîk siyasetên dewleta Tirk vala derxistin.
Şîraz Hemo destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê ew ê bi hemû aliyan re hevdîtinê bikin û dosya pêşkêşî dadgehên navdewletî bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Şîraz Hemo der barê duyemîn salvegera êrîşên artêşa Tirk a dagirker ser Efrînê ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Şîraz Hemo diyar kir ku ji roja ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagirkeriye û heta niha binpêkirin û sûcên şer pêk tîne.

Şîraz teqez kir ku şêniyên Efrînê bi projeya neteweya demokratîk siyasetên dewleta Tirk vala derxist.

Şîraz Hemo Rûsya û hikumeta sûrî weke berpirsên dagirkirina Efrînê bi nav kirin û diyar kirin ku Efrîn di encama siyasetên qirêj de hat dagirkirin.

Şîraz Hemo rizgarkirina Efrînê ji xalên stratejîk ya Rêveberiya Xweser e.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrîna Şîraz Hemo da zanîn ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê bi hemû kesan re hevdîtin bikin û dosyayan pêşkêşî dadgehên navdewletî bikin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close