Di mehekê de 62 bazirganên Madeyên Hişbirê hatin girtin

Tê bîra we, roja 8’ê cotmehê dagirkeriya Tirkiyê bi balafiran akamdekiya Hêzên Dijnarkotîkê yên girêdayî Asayîşê bombebaran kiribû û di encamê de 29 endamê wê şehîd bûbûn.
Îcar ji bo tolhildana wan, pêngavek li dijî bazirgan, qaçax û bikarhênerên madeyên hişbir dabû destpêkirin.
Vaye bêtirî mehekê di ser re derbas dibe.
Li gor vê, 62 qaçax, barizgan û bikarhênerên madeyên hişbir, vê gavê di zefta Hêzên Asayîşê de ne.

“Pêngava Tolhildana Şehîdên Hêzên dij narkotîkê” ku 27’ê cotmehê ji hêla Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ve hatibû destpêkirin, mehekê li dû xwe dihêle.

Li gor vê, di vê mehê de, /5/ operasyon li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine lidarxistin û di encamê de, 62 qaçax, bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.

Her wekî bi dîmenan jî hatine belgekirin.

Bi piranî, Asayîşê avêtiye ser cih û kozikên van sûcdaran ên li Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamişloyê û ew li ser sûc zeft kirine.

Lê belê qaseya madeyên hişbir û çekên ku bi wan re hatine desteserkirin, nîşan dide bê çendîn şebeke û barizgan xwe li hev û din digirin.

Lewra, vê gavê şerê li dij wan stratejiya hêzên Asayîşê ye.

Di mehekê de:

Nêzî 18 Kg heşîş, 550 Kg crystal, 6 hezar hebên captagon û hejmarek ji çekên sivîk û navîn hatine desteserkirin.

Li tenişta vê yekê rêjeyeke alavên bikaranîna madyên hişbir û yên pêwendiyan jî bi wan re hebûn.

Ev pêngava tolhildanê, wekî bersiva êrişa dagirkeriya Tirkiyê ya 8’ê cotmehê li dijî Akademiya Hêzên Dij naroktîkê ye ku di encama wê de 29 endamên wê şehîd bûbûn.

Back to top button