Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de didome

Li Tirkye û Bakurê Kurdistanê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê di roja 5’an de didome.
Dîlgirtiyê Azadiyê Talîp Yakişir ku di girtîgeha navçeya Menemen a Bajarê Îzmîrê ketiye greva birçîbûnê derbarê çalakiya xwe de dibêje:
“Em bi ruhê azadiyê çiqas hêzê li xwe zêde bikin em ê ewqas nêzî azadiyê bibin. Heta daxwazên me bên pêşwazîkirin dê çalakiya me berdewam bike.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê li 104 girtîgehan di roja 5’an de didome.

Dîlgirtiyê azadiyê Talîp Yakişir ê li Girtîgeha Tîpa T a navçeya Menemen a bajarê Îzmîrê dimîne ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

Yakişir ê bi malbata xwe re bi telefonê axivî, anî ziman ku heta daxwazên wan tên pêşwazîkirin dê çalakiya wan berdewam bike.

Talîp Yakişir: Ruhê azadiyê hêzê dide me

Peyama Yakişir wiha ye:

“Em ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya me 4 roj li pey xwe hiştin.

Çalakiya me niha bi awayekî dorveger didome.

Pêvajoya ji niha şunde dê çawa bidome ne diyar e.

Em weke girtiyên azadiyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne gelek baş in.

Ez dikarim bibêjim ku moral û coşa me gihiştiye asîmanan.

Em bi ruhê azadiyê çiqas hêzê li xwe zêde bikin em ê ewqas nêzî azadiyê bibin.

Ez bi van hestan silav û hezkirinên xwe ji gel û dostên me re dişinim.

Govendên azadiyê yên li çiyan ruhê dide laşê me. Her tim di nava xêrê de bin, bi govend û coşê re bimînin.”

Li zîndanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 4’an de didome

Back to top button