38 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 38 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 38 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin.

Tevlî hemû bangan jî PDK’e bêdengiya xwe diparêze.

Li dijî revandina Silêman Ehmed bertek û fikarên li ser jiyana wî jî zêde dibin.

Mawa Tolhildan: Silêman Ehmed rûyê PDK’ê eşkere dikir ji ber wê hat revandin

Rojnamevan Mawa Tolhildan yê ji Rojavayê Kurdistanê, têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed peyamek bi dîmen parve kir.

Mawa Tolhildan di peyama xwe de dibêje Rojnamevan Silêman Ehmed rojnamevanek bû li ser gendelî û siyaseta xelet a PDK’ê kar dikir. Ji ber wê PDK’ê ew revand.

Muna Yuxena: Girtina her kesekê bê biryara dadgehê nayê qebûlkirin

Seroka Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yuxena jî di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de axivî û got:

“Girtina her kesekê bê biryara dadgehê nayê qebûlkirin. Divê cihê wan diyar be û mafên wan were parastin.”

Muna Yuxena di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku wek Desteya Mafê Mirovan girtina her kesek li Başûrê Kurdistanê bê biryara dadgehê qebûl nakin.

Berevajiyê wê alîgirê pêkanîna yasayanin da ku maf û azadiyên kesên girtî neyên binpêkirin, îstiqrar û ewlehî were parastin.

Muna Yuxena di dewamê de qala girtina Silêman Ehmed kir û wiha got:

“Weke Seroka Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan ez di derbarê binpêkirina de daxivim, lê sedema girtina wî nizanim, doz li gel dadgeh û dadwerane.

“Divê azadîxwaz li dijî girtina Silêman Ehmed helwstê nîşanbidin”

Back to top button