Siyasetmedarên Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêm û gundan hewl dide şêniyan koçber bike da ku demografiya herêmê biguherîne û dagirkeriya xwe berfireh bike.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî welatî û gundên li eniyên şer û li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî hovane zêde kirin.
Li hemberî van êrişan jî gelê herêmê li dijî siyasetên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî bertekên xwe nîşan didin.
Derbarê mijarê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic Mihemed Berkel axivî û wiha got:
Mihemed Berkel: Armanca dagirkeriyê welatiyan koçber bike
“Dema dewleta Tirk a dagirker di derxistina fitneyê navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sorkirina wê li dijî Rêveberiya Xweser de bi bin ket, saziyên sivîl, xizmetguzarî û aborî yekser kirin armanc.”
Mihemed Berkel diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e ku welatiyan bide koçberkirin.
Hevseroka Nivîsgeha Rêxistina PYD’û ya şaxê Minbic Rîm Derwêş anî ziman ku dewleta Tirk ji berê ve xwedî dîrokekî qirêje û wiha axivî:
“Anha jî bi rêya gef û sûcên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîroka xwe dûbare dike.”
“Dewleta dagirker dixwaze Sûriyeyê parçe bike”
Endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulsetar El Hisên derbarê armancên dagirkeriyê bi Mihemed Berkel û Rîm Derwêş civiya û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan hewl dide xaka Sûriyê dagir bike.