Li Şengalê cara yekemîn ji bo jinên Ereb dewreya perwerdeyê

Ji bo jinên Ereb yê Şengalê cara yekemîn dewreya Perwerdeya tê lidarxistin..
Bi dawî buyîna dewreyê re jinên ereb bahsa giringîya perwerde kirin.
Jinên Ereb dan diyar kirin ku Rêber Apo me bi îrade kiriye.

Di şahiyê de 45. Salvegera Damezirandina PKK’ê jî hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêber APO hate kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û pişître li ser navê dewreya Şehîd Hebûn Ereb, Zîna Adil wiha domand:

“Bi saya fikrên Rêber Ocelan ew dikarin li ser azadiya jin û pêkvejiyana gelan perwerdeya bibînin.”

Her wiha ji bo pêşxstina perwerdeyê banga tevlîbûnê li tevahiya jinên Ereb kir.

Herî dawî jina ciwan ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûye û wiha anîn ziman:

“Di perwerdê de em xwe nas dikin û dibin xwedî îrade.

Ev îradeya me ku hatiya avakirin bi saya fikir û ramanên Rêbertiya me ye.

Pêwîste em jî li Rêber Apo xwedî derkevin.”

Piştre govenda azadiyê hate gerandin û piştî govendê şahiya bidawîbûna dewreya perwerdeyê bidawî bû.

Back to top button