Kongra Star: Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye

Kongra Star diyarkir ku şehîd Sema bi girêdana xwe y bi Rêbertî ve li djî hemû polîtîkayên dijî Rêbertî û qirkirina jinan û mirovahiyê derket.

Koordînasyona Kongra Star Rojava bi boneya salvegera 24’an a şehadeta Sema Yuce daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star diyar kir ku Sema Yuce bi çalakiya xwe ya fedaî ve fikirê jina azad afirand û got:

” Sema Yuce li dijî zihniyeta desthilatdar û li dijî polîtîkayên tinekirinê ku li ser gelê Kurd û bi taybetî mafê jinê tê meşandin û polîtîkaya birçîbûn, koçberkirin û zindankirinê û li derdora Rêbertî û felsefeya jiyana azad xwe kir xelek ji agir. Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye”

Kongra Star gotina şehîd Sama ya ‘Di heman esman de du roj nabin’ bibîrxist, soza berdewamkirina têkoşînê da û teqez kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Apo ewê di xeta Semayan de têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button