Îlham Ehmed: Bersiva êrişê dijmin wê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bê dayîn

Ji bo bîranîna Sema Yuce, Kongra Star a Qamişlo civînek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û bi dehan endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl û dayikên şehîdan ên bajarê Qamişlo amade bûn.

Îlham Ehmed geşedanên siyasî nirxand û diyarkir dewleta Tirk dixwaze hermê dagirbike.

Seroka MSD’ê li hemberî gefên Tirkiyê balkişand li ser girîngiya berxwedanê û wiha pê de çû:

“Li hemberî van êrişan divê em bi awayekî xurttir û rêxistinkirî li ber xwe bidin.

Ji ber ku li ser vê axê me gelek berdêlên giranbiha dane û divê em tu carî bi dijmin bandor nebin.

Ji ber ev xaka me ye, em welatparêzên welatê xwe ne, erka me ye ku em welatê xwe biparêzin.”

Îlham Ehmed şehîd Sema Yuce bi bîr anî û got: ”

Divê em xwedî keda şehdan derkevin, ger em xwedî li fikir, kesayet û keda wan derkevin.

Wê wextê em dikarin bêjin şehîd namirin.

Bi slogan nabe, divê em bi rihê şerê gelê şoreşgerî vê axê, keda şehîdan biparêzin.

Civîn bi avêtina diruşmeya ” Jin jiyan azadî” û “Bimire dagirkerî” bi dawî bû.

Back to top button