Li Başûrê Kurdistanê xebatên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê didome.
Bi sedan welatiyên bajarokên Qeladiz û Çarqurne yên îdareya Raperîn îmze dan.
Di saetên êvarê de di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî de, bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêz li bajarokên Qeladiz û Çarqurne yên îdareya Raperîn îmze hatin komkirin.
Welatiyan pêşwaziyek germ li kampanyê kirin û îmzeyên xwe ji bo derxistina PKK’ê ji nav lîsta rêxistinên qedexekirî avêtin.
Ev komkirina îmzeyan di çarçoveya kampanya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûn 2021’an de hatibû destpêkirin û armanca komkirina 4 milyon îmze dike pêk tê.