Her sal 10’ê Çileyê Festîvala Mîtan li Şehbayê tê li darxistin.
Îsal jî tevî êrişên dewleta Tirk a dagiker û dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, Festîvala 5’an a Mîtan bi durişma “Veger nêz e, bi hêvî ne” dest pê kir.
Dorpêç, êriş û zehmetiyên jiyanê nekarî li pêşiya Festîvala Mîtan bibe asteng.
Bi vîna şanogeran gelên Şehbayê Festîvala 5. a Mîtan a Şano bi şahiya kernevalelê li darxistin.
Şahiya kernevalê li Kampa Serdem, Berxwedan û navçeya Ehdasê dest pê kir.
Her wiha Fistîval wê heta 18’ê Çileyê dewam bike û rojê şanoyek bê pêşkeşkirin.