Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil der barê salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kir. Fermandar Mihemed dibêje:
“Şêniyên Minbicê ku di berdêla rizgarkirina wê de berdêlên mezin dan, wê ti carî dagirkeriyek nû li ser axa xwe qebûl nekin.”
15’ê Tebaxê salvegera 6. a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, nêz dibe.
Bi vê boneyê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil ji ajansa Hawarê re axivî.
Destpêka nirxandina xwe Fermandar Mihemed girîngiya rizgarkirina Minbicê nirxand û ev got:
“Salên navbera 2014 û 2016’an ji bo DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê, Minbic veguherîbû stûnekê.
Ew bûbû nuqte û pira ku çeteyên DAIŞ’ê ku ji sînorê Tirkiyê li herêmên Sûriyê belav dibûn.
Ji ber vê yekê rizgarkirina wê pêwîstiyek bû da ku ev pir were rûxandin.
Û belavbûna çeteyan li Sûriyê û Iraqê were rawestandin.”
Ji bilî vê sedemê, Fermandar Ebû Adil da zanîn pêngava rizgarkirinê li ser banga şêniyên MInbicê jî pêk hat ku du salan bûn, di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de azar dikişandin.
Mihemed Ebû Adil li ser rewşa Minbicê ya piştî rizgarkirinê jî ev got:
“Piştî rizgarkirinê, Minbic veguherî herêma herî birêxistinkirî bi saziyên xwe yên sivîl û leşkerî.
Gel, bajar û gundên xwe li gorî tecrubeyeke nû bi rê ve dibe û meclisên leşkerî bûn yek.”
Mihemed Ebû Adil: Xelkê Minbicê wê dagirkeriyekê nû qebûl nekin
Fermandar Mihemed Ebû Adil behsa gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Minbicê jî kir û wiha anî ziman:
”Rêveberiya Xweser a Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hebûna Tirkiyê li xaka Sûriyê red dikin.
Tecrubeya demokratîk a li herêmê bi xetereya êrişên leşkerî yên Tirkiyê re rûbirû ye.
Peyama me diyar e, parastina bajar û destkeftiyên şehîdan in.
Ji bilî rabûna li hemberî xeteriyan û parastina Minbicê vebijêrkên din tune ne.
Minbiciyan di oxira rizgarkirina bajarê xwe de fedekariyên mezin dan û wê dagirkeriyê qebûl nekin.
Dawiyê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê tekez kir ew ê li hemberî hemû xetereyên li ser herêmê bisekinin.