YE wê alîakriya leşkerî bide Moldova

Moldova ya ku li başurê Ukrayna ye ji tevgera Rûsya bitirse. Ji ber vê yekê dixwaze bi rêya YE xwe ji gefa Moskow biparêze. Di vê çarçoveyê de, Serokê Konseya YE Micehl serdana Moldova kir û got: Em ê alîkariya leşkerî bidin Moldova.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel roja Çarşemê serdana paytexta Moldovayê Kîşinau kir.

Seroka Moldovayê Maia Sandu di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Michel de got;

Ji ber êrişên Rûsya li ser Ukrayna em ji welatên YE li benda piştevaniyeke zêdetirin.

Serokê Konseya Ewropayê Michel jî diyar kir ku ew difikirin ku bloka 27 welatan wê di avakirina hêzên xwe yên lojîstîk û berevaniya sîber de, zêdetir alîkariya Moldovayê bike û zêdetir piştgirîya leşkerî bide wî welatî.

Michel anî ziman ku YE beriya niha li hev kiriye ku zêdetir piştgiriyê bide Moldovayê.

Li ser çawaniya vê alîkariyê Michel ti agahî parve nekir.

Back to top button