Sûdan..Xwepêşandêrek din di çalakiyên li paytext Xertumê de hate kuştin

Ciwanên ku li ser banga Komîteyên Berxwedana Sûdanê daketin kolanan, rêveberiya leşkerî protesto kirin. Hat ragihandin ku li Xertûmê di êrişa hêzên ewlehiyê de, xwepêşandêrek din hate kuştin.

Girseya gel a li paytext Xartûmê kom bûn xwestin ber bi Qesra Serokomariyê ve biçe.

Li hemberî vê yekê polîsan bi gaza îsotê êrişî xwepêşandêran kir.

Çalakgerên ku li ser rêyan bi keviran barîkat danîn û tekerên wesayîtan şewitandin, ji bo leşker, rêveberiyê bi temamî radestî sivîlan bikin slogan gotin.

Piştî êrişa polîsan, xwepêşandêrên ku piraniya wan ciwan bûn, li kolanên paytextê belav bûn.

Li taxên Umdurman û Bahrî yên Xermatû û li bajarê Medanî jî bi heman rengî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Komîteya Navendî ya Bijîjkan a Sûdanê diyar kir ku di dema xwepêşandanên li paytextê de xwepêşanderek bi wesayîteke leşkerî hat pelçiqandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di xwepêşandanên ku roja 25’ê Cotmeha 2021’an artêşê li Sûdanê desthilatdarî bi dest xistî û heta niha 95 xwepêşandêr hatine kuştin.

Artêş jî dibêje ew ê heta 2023’an li ser deshilatdariyê bimînin.

Back to top button