Encamnameya konferansa Jinên Êzidî ku li Parlamentoya Ewropayê ya Brukselê hate lidarxistin,hate eşkerekirin.
Di konferansê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî hat kirin ku trajediya civaka êzidî weke jenosîdê bê naskirin.
Bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansa Jinên Êzidî hate lidarxistin.
Di konferansê de fermanên êzidiyan bi taybetî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate kirin, hatin vegotin.
Di konferansê bang li civaka navneteweyî, NY û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî hat kirin ku trajediya civaka Êzidî weke jenosîdê bê naskirin.
Piştre jî ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû yên li Şengalê gelek biryar hatin girtin. Ji wan :
- Ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên niha di destê DAIŞ’ê de ne, divê hewldanên navneteweyî bên kirin.
- Bang li PDK’ê were kirin ku bi rêyên cuda gavên vegera gelê Êzidî zehmet dike rawestîne.
- Li dijî welatên ku destekê didin DAIŞ’ê bi taybetî jî Tirkiyê ti lêpirsîn û doz nehatiye vekirin. Ev rewş rê li ber komkujiyên nû vedike.
- Em girîngiyê didin rapora bi navê “Berpirsyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan” ku ji aliyê Komîteya Edaletê ya Êzidiyan ve hat weşandin.
- Bang li NY û Komîsyona Jinan a Yekitiya Ewropayê dikin ku derbarê welatên ku bazirganiya jin û keçên êzidî dikin bi lêkolînên taybet diyarkirin û rêyên hiqûqî bên destpêkirin.
- Divê firîna balafirên şer li ser Şengalê bên rawestandin.
- Baweriya êzdiyatiyê li hemû cîhanê û bi taybet li Iraqê fermî were qebûlkirin.
Li Parlamenta Ewropayê konferansa Jinên Êzidî: Divê statuya Şengalê bê naskirin