Festîvala Aştiyê ya zarokan bi dawî bû

4’emîn Festîvala Aştiyê ya Zorokan ku bi dirûşma “Kenê me li me vegerînin” ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatiye birêxistinkirin, di roja xwe ya 4’emîn de bi dawî bû.

Festîval di roja xwe ya dawîn de li mezreya Sefsafê ya Tebqayê hat lidarxistin.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêveberiya jinan, saziyên ciwanan û bi sedan zarok û şêniyên navçeya Ciriniyê amade bûn.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir Inad bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre gelek komên stiranan derketin daketin ser dike û stran gotin.

Koma Xisin jî şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiyê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê spasname da komên beşdar û Komîteya Perwerdeyê ya bajarokê Sefsaf û Meclisa Sivîl.

Tebqa-4’emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan berdewame

4’emîn Festîvala Aştiyê ya zarokatiyê dest pê kir

Back to top button