Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin bi hemû hêza xwe ev 5 roje didome.
Doh jî QSD’ê ragihand ku hêzên wan gundê Ezba yê Dêrazorê ku çeteyên DAIŞ”ê xwe tê de cih kiribûn paqij kirin.
Bi giştî di nava 4 rojan de, 11 çete, 10 bazirganên hişbirê hatine girtin û 3 êrişkar jî hatine kuştin.
Operasyona ku ji 3 baskan ve dest pê kir û 250 Km da ber xwe, vê gavê li bakurê Dêra Zorê bi xurt didome.
Di nava rojên borî de, 11 çeteyên DAIŞê û 10 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin û 3 çete jî hatin kuştin.
Her wekî, gundê Ezbayê ku wekî kewara şaneyên veşartî û bazirganên madeyên hişbir e, ji hêla QSD’ê bi temamî hat paqijkirin.
Li hêleke din, her diçe hêza operasyonê mezintir dibe.
Ceyş El-Siwar jî ragihand ku ew dê tev li operasyonê bibin û ewlehiyê bi cih bînin.
Hêdî hêdî, li gor QSD’ê operasyona wan ber bi armancên xwe ve diçe û piştrast dike ku “Ew ê rê nedin tu kesî ewlehiyê têk bibe û gefê li jiyana welatiyan bixwe.”