Li Girê Spî 115 penaberên din ên Sûrî hatin bicihkirin

Dagirkeriya Tirk doh 115 penaberên penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxist û li girê Spî ya dagirkirî bi cih kir. Bi vê daneyê re hejmara penaberên di mehekê de ji Tirkiyeyê hatine derxistin, gihaşt hezar û 493’yan.

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku desthilata Tirk îro bi rêya deriyê sînor 115 penaberên sûriyeyî radestî çeteyên girêdayê xwe kirin da ku wan li malên şêniyên resen bûne, bi cih bike.

Hemwextî derxistina penaberên sûriyeyî ber bi kantona Girê Spî ve, penaberên din bi rêya deriyên sînor ên Bab El Selame û Bab El Hewa derbasî herêmên din ên dagirkirî yên Sûriyeyê tên kirin.

Bi vê daneyê re dewleta Tirk a dagirker di mehekê de hezar û 493 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxistin.

Dagirkeriya Tirk ji destpêka meha Nîsanê ve heta niha 255 hezar û 500 penabrên Sûriyeyê ji heremên dagirkirî bi cih kiriye.

Plana Tirkiyê li ser penaberan gef e

Back to top button