Dewleta Tirk zarokek dersînorî Girê Spî kir

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya dersînorkirina penaberên Sûriyê yê li Tirkiyê de, zarokek dersînorî Girê Spî kir. 

Duh dewleta Tirk a dagirker zarokê bi navê Ehmed Telal Mewas El Îsa 13 dema pez diçêrand dersînorî Girê Spî kir.

Li gorî ajansa Hawarê, Ehmed Telal El-Îsa ji gundê Dibsê Efnan ê rojhilatê Helebê ye.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku zarok li kolanên kantonê digere û nizane çawa xwe bighîne malbata xwe.

Back to top button