QSD: Li dijî girtîgeha DAIŞ’ê ya li bajarê Hesekê êrişeke pêk hat

Êrişên dagirkeriya Tirkiyê hişt ku li herêmê liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê pêşbikeve
Vê sibehê êrişeke mûşekî li dijî zîndana Sînaa ya girtiyên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat.
Çeteyên DAIŞ’ê hewildan li girtîgehê birevin.

Derbarê êrişê de Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

QSD: Êriş li dijî beşa Eşbal El Xîlafa ya DAIŞ’ê pêk hat

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êriş li ser beşa Eşbal El-Xîlafê ya girtiyên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat û wiha dewam kir:

QSD: Çeteyên DAIŞ’ê hewildan birevin

“Di encama êrişê de hinek girtiyên çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn.

Her wiha bi dehan çeteyên girtî hewl dan birevin.

Lê belê hêzên me û yên ewlekariya hundirîn rê li ber hewldanên revandina girtiyên DAIŞ’ê girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne cara yekê ye hewlên revandina girtiyên DAIŞ’ê ji zîndana Sînaa ya bajarê Hesekê tên dayîn.

Li dijî girtîgeha çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê êriş

Back to top button