Jeffrey: Êrîşên Tirkiyê ên li ser Rêveberiya Xweser wê bandorek neyînî li têkiliyên Enqere û Waşingtonê bike

Nûnera MSD’ê Sînem Mihemed, bi riya internêtê bi siyasetmedarên Emrîkî re, civiya.

Di civînê de, nûnera MSD’ê bi Nûnerê Taybet ê DYA yê ji bo Sûriyê yê berê James Jeffrey û cîgirê wezîrê derve yê berê Nik Molroî re, civiya.

Sînem Mihemed li ser girîngiya Sûriyê di çareserkirina aloziya rojhilata navîn de, axivî û got:

” Ger ku aloziya Sûrî çareser bibe wê dewletên weke Îran, Iraq û Tiriyê jî demokratîk bike.

Her wiha Sînem Mihemed diyarkir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ya li deverên weke Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û Idlibê ve aramiya heremê têk dibe.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê yê berê James Jeffrey piştrast kir, ku hewldanên dewlata Tirkiyê li ser dûbarekirina operasionên xwe yên leşkerî li ser deverên Rêveberiya Xweser, wê bandorek neyînî li têkiliyên Waşîngton û Enqereyê bike.

Back to top button