Greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê di roja 24’an de didome

Greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di roja 24’an de bi koma 5’an didome.

Zeynep Calihan dayika girtiya bi navê Asli Calihan a ku di grêva birçîbûnê de ye ji bo piştgiriya çalakvanên digirêve de ne banga piştgiriyê kir û got:

”Em naxwazin zarokên me bimirin, em naxwazin ji girtîgehan mirî derkevin. Em dixwazin hûn bihistyar bin. Em dixwazin ku hûn deng bidin dengên me.”

Li Mexmurê greva birçîbûnê di roja 2. De didome

Bi heman armancê li Wargeha Penaberan a Mexmûr jî çalakiya gireva birçîbûnê destpêkiriye.

Çalakî ya ku di pêşengtiya Meclîsa Îştar ve hatî destpêkirin di roja duyemîn de ji aliyê koma duyan ve hate dewirgirtin didome.

Merasîma dewirgirtinê bi tevlîbûna hemû çalakvanan û bi dehan welatiyên wargehê ve pêk hat.

Yek jî beşdarê çalakiyê Fadîle Pîran axivî û diyarkir ku heta ku tecrîda li ser Rêber Apo ranebe wê çalakiya wan bidome.

Back to top button