Rêveberiya Xweser buhayê goşt ji sedî 25 kêm dike

Piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyara derxistina sewalan ji herêmê qedexe kir, bihayê goşt bi rêjeya ji sedî 25 kêm bû. Şêniyên bajarê Reqayê bang li aliyê têkildar kir ku buhayên madeyên xwarinê giştî kontrol bikin. 

Li gel kêmbûna bihayê lîreya Sûrî li beramberî dolar bihayên madeyên xwarinê yên bingehîn bilind bû.

Vê yekê zexteke aborî li ser şêniyên herêmên Bakurê Sûrî di nav de şêniyên bajarê Reqayê jî çêdikir.

Bihaya kîloya goşt gihaştibû 8 hezar lîreyên Sûrî.

Piştî derxistina biryara qedexekirina derxistina sewalan ji herêmê, buhaya kîloya goşt bû 5 hezar.

Goştfiroş Emar El-Alyan keyfxweşiya xwe anî ziman û banga li aliyên têkildar kir ku buhayê madeyên xwarinê tev kontrol bikin.

Leave a Reply

Back to top button