Apê Hecî Arabo: Dixwazin beriya ez bimrim yekîtiya Kurd bibînim

Ev demeke gotina yekrêziya Kurdî li ser ziman her Kurdekî li rojavayê Kurdistanê ye.
Apê Hecî Arabo yê ku ku ji bo yekîtiyê dixebite, dibeje:
Xewna min ew e ku ji beriya ez bimirim yekîtiya Kurd bibîmin.
Apê Hecî ev du rojin bi biskilêta xwe di nava bajarê Qamişlo de digre û ji herkesî dixwaze fişarê li partiyên ji yekîtiyê direvin bikin, da ku yekîtiya Kurd ava bibe.

Gelê Kurd ê herçar beşên Kurdistanê yekîtiya xwe ava kirine û dixwazin partiyên Kurdî jî yekrêziya xwe ava bikin.

Her çendî piraniya partiyên Kurd yekrêziya xwe avakirin, lê mixabin hin partiyên ENKS’ê heta niha jî li hemberî vê daxwaza gel bêdenge.

Vê carê gelê kurd bi biryare ku partiyên siyasî li derdora maseya Yekrêziya kurdî bide rûnişkandin.

Apê Hecî Arabo jî yek ji wan kesên ku ji bo yekrêziya partiyên kurdî di nava xebatê de ye.

Apê Hecî yê 94 salî ye, bi piskilêtê xwe ji bo yekitiyê ev du roj in di nav bajêrê Qamişlo de digere.

Apê Hecî ciwan, mêr û her kesê dibîne wan teşwîq dike ku zextê li partiyên siyasî yên Kurdî ku ji yekrêziyê direvin bikin.

Hecî Arabo bang li tevahiya hêz û partiyên Kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin.

Gelê Kurd hîna li bendê ye partiyên Kurdî yên ku hincetan dibînin, gavên cidî ji bo yekrêziya Kurdî bavêjin.

Çavê tevahiya gelê kurd bi bêsebrî li benda partiyên kurdî ne ku ji bo yekîtiyê bicivin.

Leave a Reply

Back to top button