Federasyona Rûsya bi sedema sebze, fêkî û mirîşkên Tirkî, ne li gorî pîvanên tendûristiyê ne careke din bi tonan mandalîna û mirîşkên Tirkî paşde vegerandin.
Vegerandina berhemên Tirkî ji aliyê Rûsya û welatên Ewropa ve dewam dike.
Herî dawî di gûmrikên Kaluga û Kaliningrad yên Federasyona Rûsyayê bi tonan mandalîna û mirîşkên Tirkî bi sedema ne tendûrist in û bi zerer in , paşde hate vegerandin.
Rojên derbasbûyî Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Greenpeace jî bi raporekê diyar kir ku sebze û fêkiyên ku dewleta Tirk difroşe derve ji sedî 15 ji wan madeya kîmyewî tê de hatiye bikaranîn û berhemên bi jehr in.
Weke her carê vê carê jî, çarenûsa van berhemên hatîn vegerandin nehat zanîn.