Eşîra Şerabîn: Li dijî dagirkeriyê bibin yek

Rûspiyê eşîra Şerabîn û nunerê Desteya Eşîrên Ereban Sabit Cewher bang li gelê Sûrî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek.

Rûspiyê eşîra Şerabîn Sabit Cewher diyar kir ku artêşa Tirk li herêmên ku dagirkirine, demografiya herêmê diguhere.

Sabit Cewher destnîşan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê gelê sûrî yekîtiya xwe ava bikin, bi vê yekê wê herêm werin rizgarkirin û koçber li warên xwe vegerin.

Cewher bal kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî û anî ziman ku ji bo kiryarên dewleta Tirk biser nekevin, divê diyaloga Sûrî- Sûrî pêk were û got:

“Em wekî eşîr û êlan domdar bang li Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûrî dikin ku diyalogên Sûrî-Sûrî pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button