Lihevkirina Brexit a Brîtanyayê ji aliyê Komisyon û Meclisa Ewropî ve hat erêkirin.
Seroka Komisyona Ewropî Ursula von der Leyen û serokê Meclisa Ewropî Charles Michel îro li ser derketina Brîtanya ji YE îmze kir.
Piştî erêkirina Meclisa Giştî ya Brîtanyayê jî, duh Xatûna Brîtanya Elizabeth a duyemîn, fermî li ser vê derketinê îmze kiribû.
Her wiha piştî erêkirina her du meclisên parlamenê, serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson got;
“Carcaran me digot, em ê ti carî dawiya Brexit nebînin, lê me ev yek derbas kir.”
Piştî endamtiya 40 salî, Brîtanya xwest ji YE derkeve û weke welatekî serbixwe tev bigire.
Ji lew ra, 2016’an, lihevkirina bi navê Brexit an jî “derketina Brîtanya ji YE” bi referandumekê hat erêkirin.