Li bajarê Hesekê ji ber bihabûna kel û pelan, barê xelkê bajarê giran dike.
Xelk daxwaza başkirina xizmetguzariyê û danîna sînorekê ji buhayên kel û pelan re dike.
Xelkê bajarê Hesekê diyar kir ku ava sehrîcan biha bûye.
Berê bi 35 hezar lîreyên Sûriyeyê bû, niha bûye 40 an 50 yan jî 75 hezar lîre.
Her wekî kehrebe tenê çend saetan tê û betalî pir bûye.
Welatiyan destnîşan kir ku bihayê av û kehrebeyê zehmetiyan li pêşiya welatiyan datîne.
Jenerator jî bi şêwazeke têrker kehrebe nade.
Xelkê bajar daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têkevin tevgerê.
https://hawarnews.com/kr/bihabun-u-kembuna-asta-xizmetguzariye-bare-seniyen-heseke-giran-dikin
00:00 -00:45
02:26 – 03:06



