Esed bi Putin re axivî: divê ti guhartineke demografîk pêk neyê

Piştî hevdîtina Putin û Erdogan li Sûçiyê, Esed hişyarî da Rûsya ku li herêmê ti guhartineke demografîk pêk neyê.

Li gorî ajansa SANA ya bi ser rejîma Sûrî ye, Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed bi hevkarê xwe yê Rûsî Putin re axivî û got:

Divê şêniyên herêmê vegerin cih û warê xwe û ti hewldanên guhartineke demografîk pêk neyê.

Li gorî nûçeyê, Esed diyar kiriye ku ew ê bi ti awayî êrîşên li ser erdê Sûrî qebûl nekin û her şerê terorê bikin û nehêlin ti kes erdê wan dagir bike.

Ajansa SANA’yê anî ziman ku Putîn jî îdîa kiriye ku ew ê parastina xaka Sûrî bike û terorê têk bibe.

Leave a Reply

Back to top button