Êrişên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî dijî hêzên hikumeta Şamê dewam dikin.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humsê êrişî nuqteyek çekdarên hikumeta Şamê kirin.
Di êrişê de, 2 çekdar hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê li beyara parêzgeha Husmsê êrişî navendek çekdarên “lîwa EL-Qudis” yên girêdayê hikumeta Şamê kirin.
Di navbera her du aliyan şerekî giran rû da.
Di encamê de, 2 çekdarên hikumetê hatin kuştin.
Paşê çeteyên DAIŞ’ê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.
Di seatên nîvro de jî, balafirên şer yê Rusyayê nûqteyên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Hums, Reqa û Dêrazorê bombebaran kirin.