Welatiyê bi navê Ciwan Elî yê ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Çapxaneya Sîmav de birîndar bibû şehîd bû.
Dewleta Tirk a qirker 23’ê vê mehê bêserûber êrişî herêmê kir û gelek dever kir armac.
Balafirên bê mirov û bi çek ên 25’ê Kanûnê Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir.
Di encama bombebarana li dijî çapxaneyê de, 6 karmendên çapxaneyê şehîd û 3’ê jî birîndar bibûn.
Ji ban birîndaran Îro welatiyê bi navê Ciwan Elî ku li nexweşxaneyê dihate derman kirin şehîd bû.
Kesê şehîd ê bi navê Ciwan Elî eslê xwe ji Efrînê ye.