Di encama bomebaranên dewleta Tirk a dagirker de 8 welatî şehîd bûn

Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya 7 sivîlên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir.
Di danê êrvarê de jî rêveberiya Nexweşxaneya Pispor a Sûriyeyê, şehadeta welatiyê bi navê Faris El Faris ragihand.
Sibê saet 12’ê nîvro li goristana şehîd Delîl Sarûxan merasîma oxirkirina şehîdan heye.

Ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi pêlên êrişan kir.

Bi balafirên xwe yên bêmirov binesaziya sivîl, xizmetguzarî û tenduristiyê dike hedef.

Di êrişê de heta niha 8 welatî şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.

Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya sivîlên di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, eşkere kir.

Li gor komîteyê, navên şehîdan wiha ne:

Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed, Riyad Hemo di êrişa li dijî çapxaneya Sîmav de şehîd bûne,.

Di bombebarana li kargeha êman a Cizîrê de jî Rênas Hemîd şehîd bûye.

Di bomebarana li dijî kargehekê li taxa Eleya ya Qamişloyê de Ferhan Temê şehîd bû.

Her wiha di hedefgirtina aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê de jî Aya Sebawî şehîd bû.

Di danê êrvarê de jî rêveberiya Nexweşxaneya Pispor a Sûriyeyê, şehadeta welatiyeke din ragihand.

Rêveberiya Nexweşxaneyê, diyar kir ku welatiyê bi navê Faris El Faris ê 47 salî ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, şehîd bû.

Sibê saet 12. Li Qamişlo merasîma şehîdan heye

Saziya Malbatên Şehîdan ragihand sibê saet 12’ê nîvro li goristana şehîd Delîl Sarûxan merasîma oxirkirina şehîdan heye.

Saziyanê bang li herkesî kir ku tevlî merasîmê bibin.

Back to top button