Dagirkeriya Tirkiyê binesaziya Qamişlo bombebaran kir

Artêşa dewleta Tirk a qirker îro careke din li dijî binesaziya Qamişlo êrişên esmanî pêk anîn.
Heta niha 7 caran bi balafiran cihên cuda yên bajêr bombebaran kiriye.

Li bajarê Qamişlo balafirên dagirkeriyê êrîşî kargeha Eser ya kebleyên avahîsaziyan kir.

Di êrişa duyemîn de Stasyona trenê ku alavên înşîatê lê bûn hat armanc kirin.

Di êrişa 3’an de çapxaneya Sîmav a pirtûkan kir armanc.

Piştre balafiran riya sereke ya ku diçe nexweşxaneya Korona kir armanc û ev dibe êrişa 4’an .

Di êrişa 5’an de jî derdora girtîgeha DAIŞ’ê bonbebaran kir.

Her wekî bi cara 6’an re Kargeha Cizîrê ya çandiyê hat armancgirtin .

Şîrketa Şemal ya durutinê jî hat banbebarankirin.

Li gor agahiyên destpêkê di encama êrişan de hejmarek bîrîndar hene.

Di heman demê de dagirkeriya Tirk derdora gundê Birçiqasê, Meyase ya navçeya Şerewa topbaran kir.

Dewleta Tirk êrişî Kobanê kir

Back to top button