Hesen Koçer: Êrişa dewleta Tirk wê ewlehiya cîhanê tevî bixe metirsiyê

Hesen Koçer Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser tekz kir êrişa deweta Tirk wê ewlehiya cîhanê tevî bixe metirsiyê.
Hesen Koçer anî ziman rewşa awarte ji bo amadekirin û xweparastina ji êrişan hat ragihandin.
Û piştrast kir eger gel bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re bibe yek, wê ev êriş tekez bi vê yekbûnê têk biçe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer der barê êrişeke gengaz li dijî herêmê û rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de, ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Hesen Koçer: Ev rewş ji bo amadekirinê hat ragihandin

Hesen Koçer li ser armanca ragihandina rewşa awarte li herêmê anî ziman ev rewş ji bo amadekarî û xweparstina ji êrişan, hat ragihandin.

Hesen Koçer: DAIŞ wê sûdê ji êrişê bigire û ne em ê berpirs bin

Der barê encam û metirsiyên ku ev êrişa dewleta Tirk bi xwe re bîne jî, Hesen Koçer tekez kir ev êriş wê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li herêmê bike, wan jinû ve zindî bike û di vî alî de Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hişyar kir.

Hesen Koçer: Yekbûna gel bi Rêvebriya Xweser û QSD’ê re wê êrişê têk bibe

Dawiya nirxandina xwe Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bang li gel kir ku li derdora QSD û Rêveberiya Xweser kom bibin û tekez kir bi yekbûnê wê ev êriş werin têk birin.

Back to top button