Li Japonya, serokwezîrê berê Şînzo Abe bû armanca êrişeke sekvaniyê û bi giranî birîndar bû.
Hat zanîn ku rewşa Abe pir giran e û fikar zêde ne ku di her kêliyê de jiyana xwe ji dest bide.
Êriş li bajarê Nara pêk hat.
Serokwezîrê berê Şînzo Abe ê 67 salî ji bo tevlî xebatên hilbijartinê bibe, çû serdana bajarê Nara.
Di kêliya axaftinê de, Abe ji piştê vê bû armanca êrişeke çekdar û di cih de ket xwarê.
Li gorî dezgehên ragihandina welat, ew rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî pir giran e.
Hat ragihandin ku herikîna xwînê jî êdî di bedena wî de rawestiyaye û dibe di her kêliyê de jiyana xwe ji dest bide.
Tê gotin, kesê êrişkar 42 salî ye û leşkerekî kevn ê Hêzên Parastina Deryayî ye.
https://youtu.be/V36-tSkk0J4