Îman Ebdulrezaq: Êriş li ser ewlehiya netewî ya Iraqê gef e

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Îman Ebdulrezaq dibêje êrişên Tirkiyê li ser ewlehiya netewî ya Iraqê gef e.

Îman Ebdulrezaq, têkildarî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û Iraqê axivî û got:

”Êrişên berdewam ên dewleta Tirk gefek eşkereye li ser ewlehiya netewî ya Iraqê.”

Îman da zanîn ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyê pîwîstî bi hin hewildanên ne asayî yên hikûmetê heye.

”Divê hikûmeta Iraqê zextên aborî li ser Tirkiyê bike.”

Back to top button