Iraq: 170 koçberan ji bo vegerê navên xwe tomar kirine

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand “170 koçberên li ser sînorê Belarûsê, ji bo vegera Iraqê navên xwe nivîsandine.

Bi hezaran koçber ku yên Iraqê jî di nav de ne bi rojan e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê li benda çûyîna welatên Ewrupayê ne.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf li ser hewldanên wan ên vegerandina koçberan ji bo Iraqê daxuyaniyek da.

Ehmed got “Heta niha 170 koçberan ji bo vegera Iraqê navê xwe tomar kirine û ji bo vegerê 55 pasaportên demkî jî hatine çêkirin.”

Der barê amadekariyên Iraqê yên ji bo vegera koçberan jî Ehmed anî ziman; “Hemû amadekarî ji bo vegera koçberan, bi berpirsên balafirgeha Belarûsê re temam bûne. Ji ber ev kes li wir rastî bazirganiya mirovî tên, metirsî li ser jiyana wan heye.”

Back to top button