Êriş li ser herêmê rojane hene û ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hember, her zêde dibin.
Berî çend se’etan Tirkiyeya dagirker du gundên Şêrawa topbaran kirin.
Îro se’etên sibehê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên Aqîbê, Bênê û Soxanikê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Hat ragihandin zêdetirî 100 top van gundên navborî ketin .
Duh jî êriş ji aliyê heman dagirkeran ve hebûn.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi fûzeyan bendeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mişêrfê yê Şehbayê topbaran kir.
Hat ragihandin, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.