Hêzên Asayişê îro li Qamişlo gelek alavên teqemeniyê desteser kirin

Hêzên Asayîşên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên xwe yên di dijî sucdaran li bajarê Qamişlo berdewam dikin.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan di 22ê Kanûnê, Hêzên Operasyonê li bajarê Qamişlo mudahemeya cihên veşartî yên sûcdarên xeternak ên ji bo edaletê tên xwestin kirin.

Di encamê de pevçûn di navbera Asayîş û sûcdaran de derket.

Her wiha di encama pevçûnê de yek ji wan sûcdaran hat kuştin û 6 kesên din hatin girtin û 4 ji wan reviyan.

Îro di pêvajoya şopandina kesên firar û serdeçûna ser malên wan de hejmareke mezin ji tiştên ku dizîne hatin dîtin tevî damanceyek û hejmarek bombeyên destan.

Her wiha mayînên ku ji bo teqandinê hatibûn amade kirin ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Hêzên Asayîşê gotin ku wê şopandina wan bernadin heya ku sucdar hemû bên girtin û dadgehîkirin.

Back to top button