Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê ji bo azadiya Rêber Apo kampanya Îmzeyan da despêkirin

Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê ragihan din ku wan ji bo azadiya Rêbe Apo dest bi kampanya îmzeyan kirine.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Tendirustiyê Derya Demir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber ku ev fikir û felsefe wê bibe sedema hilweşandina sîstema kapîtalîst û hêzên global her ku diçe bi awayekî herî hovane û bê exlaqane sezayên cuda cuda cezayên disiplînî li Rêbertî tên birîn.

Em weke Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê di serî de bêdengiya bijîşkên sînornenas ji bo rewşa Rêber Apo bi awayekî herî tund ji ber xwedî li erka xwe derneketinê şermezar dikin.

Em weke Komîteya Tendirustiyê bang li raya giştî, dadgeha mafê mirovan a Ewrupa, sazî û destgehên mirovî, partiyên siyasî, rewşenbîr, bijîşkên sînornenas dikin ku ji bo Rêber Ocalan bi erka xwe rabin.”

Back to top button