Zelensky: Beriya Putin here cehnemê divê bi ‘sûcê şer’ were dadgehkirin

Şerê li Ukrayna dirêj û dirêj dike.
Lê berdêla vê tevî Ewropa, cîhan bi giştî dide.
Serokomarê Ukrayna Zelensky careke din ji rewşa heyî Serokê Rûsya Putin tewambar kir û got:
Beriya Putin here cehnemê, divê ji ber sûcên şer û dagirkeriya wê ya li Ukrayna bê dadgehkirin.

Di demekî ku êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna ber bi meha xwe ya 7’an ve diçe, li welat rewş aloz e.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky diyar kir ku ji ber tirs û xofên li Ukraynayê pêwîst e serokê Rûsyayê derxin pêşberî dadgehê.

Volodymyr Zelensky ê ku welatê wî di bin dorpêça hêzên Rûsyayê de ye got,

“Weke her mirovekî medenî, ez jî difikirim ku divê berpirsyar beriya ku bikevin dojehê divê bi awayekî adil bên darizandin.”

Zelensky diyar kir ku ew ê herêmên li hemberî Rûsyayê winda kirine ji nû ve bi dest bixin û ev tişt anî ziman:

“Em ê axa xwe ji nûve bi dest bixin.”

Di vê çarçoveyê de, wî diyar kir ku ji bo guhertina riya şerê li dijî Rûsyayê, dibe ku bêtir tevgerên dijber werin kirin.

Di nirxandina xwe de li ser êrîşên dijber ên ku ji bo vegerandina Xersonê, yekem bajarê ku Rûsya ew kontrol kiriye, îdia kir raporên erênî ji fermandarên leşkerî û serokê îstixbaretê digre.

Di 29’ê Tebaxê artêşa Ukraynayê ragihand ku li herêma Xerson a li başûrê welat li dijî hêzên Rûsyayê êrîşeke dijber pêk aniye.

Di vê çarçoveyê de lîderê Ukraynayê agahiya ku hin herêm paşve hatin sitandin parve kir û spasiya artêşê kir.

Zelensky got,

Divê Ukraynî “gav bi gav axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin”.

Ev karekî dijwar e û ne tenê bi me ve girêdayî ye, lê ez piştrast im ku ew ê pêk wer.

Ev tenê meseleya demê ye.”

Li ser pirsa çima artêşa Ukraynayê biryar da ku li Xersonê êrîş bike, wiha bersiv da:

“Divê ez bibêjim ku êrîş ne tenê li Xersonê ye, eniyên din jî hene.

Divê em pêşde biçin.”

Zelensky bal kişand ser wê yekê ku artêşa Rûsyayê Santrala Nukleerî ya Zaporijiya wekî çek bikar aniye û wiha dewam kir:

Hûn dibînin, 6 çavikên santrala nukleerî dagir kirin.

Ev mezintrîn santrala Ewropayê ye.

Ew şeş qatî Çernobîl e.

Zaporijya dagir kirin.

Ev jî tê wateya karanîna çekên nukleerî.”

Di hevpeyvînekê de ligel ABC, Zelensky îşaret bi wê yekê jî kir ku hêzên (Rûsya) hewl didin wî bikujin.

Back to top button