ZEHRA SAGLAM LI DIJÎ TECRÎDKIRINA RÊBER OCALAN ÇALAKIYA CANBEXŞANE PÊK ANÎ

Piştî Zulkuf Gezen, Aytan Beçet vê carê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan Zehra Saglam çalakiya canbexşane pêk anî.
Duh cenazeyê Zehra di bin dorpêçiya polîsan de hate veşartin.
Li aliyekî din li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya diyar kir ku nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê dene û got:
Heta daxwazên me neyên qebûl kirin, emê çalakiya xwe berdewam bikin.

Girtiya bi navê Zehra Saglam ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiya fedayî kir, şehîd bû.

Malbata Saglam ji bo cenazeyê keça xwe werbigire berê xwe da Erz romê.

CENAZEYÊ ZEHRA DI BIN DORPÊÇA POLÎSÊN TIRK DE HAT VEŞARTIN

Polîsên dewleta Tirk cenazeyê Saglam ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê revandin û anîn gundê Xinzorê yê Mûşê.

Walîtiya Tirk a li Mûşê ketin û derketina ji gund qedexe kir û li ser vê yekê polîs û jendermeyan bi wesayitên zirxî rêya gund girtin.

Bi vî rengî destûr nehate dayin wekîlên HDP’î û gel tevlî merasîma veşartina cenaze bibin.

Lê tenê polîsan destûr dan tenê çend kes ji bo beşdarî merasîmê bibin.

Cenazeyê Saglam di bin dorpêçiya jendermeyan de hate veşartin.

Cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet jî ku çalakiya fedayî kiribûn û şehîd bûbûn, bi heman rengî hatibûn revandin û nîvê şevê di bin dorpêçiya polîs û jendermeyên Tirk de hatibûn veşartin.

KAYA: HETA DAXWAZA 7 HEZAR GIRTIYAN NEYÊ QEBÛL KIRIN EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand:

Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam hatin bibîrxistin û hat gotin:

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em şehîdên pêngava xwe ya berxwedanê ku di hefteya lehengiyê de tevlî lehengan bûn bi rêz û minet bi bîr tînin

Bi 7 hezar kesên tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih werin anîn em ê çalakiya xwe bidomînin.

Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û afirandina şert û mercên azad ên rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurtir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, sazî û dezgehan, raya giştî ya cîhan û Tirkiyeyê û hemû kesên dibêjin ‘ez mirovim’ hat kirin ku bi hestiyar tevbigerin.

”NEVIN HEVKARÊ VÊ SÛCΔ

Girtiya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar a 2 Rihayê Asûman Yaman, diyar kir ku nebin hevkarê vî sûcî û got:

Werin em hemû bi hevre tecrîdê bişkînin û mirinan rawestînin. Ji bo vê deng bidin dengê me.

Leave a Reply

Back to top button