Festîvala Şehîd Yekta Herekol di roja 3’an de ye

Festîvala şehîd Yekta Herekol a şano, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di roja 3’an de dewam dike.

Di roja sêyemîn a festîvalê de, şanoyek bi navê “ê ku nayê” hat pêşandan.

Ev şano balê dikişîne ser rewş û azarên penaberan li welatên derve.

Piştî şanoyê, panelek binavê ‘Rola şano di parastina çanda gelan de’ ji aliyê şanoger Akîn Ronî ve hat dayîn.

Ronî bal kişand ser girîngiya çeka hunerê di hevgirtina gelan û parastina çandan de û diyar kir ku hinek lawazî di hunera me ya herêmê de heye.

Akîn ronî got: “Heta niha ji gelek zimanan şano têne wergerandin, pêwîst e em mijarên şanoyên xwe bixwe binivîsin.”

Festîvala şehîd Yekta Herekol, bi dirûşma “Şano derbirîna mûzaîka gelan e”. di sala xwe ya 6’emîn de ye.

Back to top button